Çima netewe û neteweperwerî?
Ji ber ku em bi awayekî zanedar ji mafên xwe yên neteweyî hatine bêparkirin, neteweperwerî.
Ji ber kû mafên neteweyî ji bo her gelî mîna şîrê dayîkê helal e, neteweperwerî.
Ji ber ku em jî di nav malbata neteweyan da rengekî resen in lê di vî warî da hîn jî bêpar in, neteweperwerî.
Ji ber ku mafên me yên bingehîn tên binpêkirin, neteweperwerî.
Ji ber ku welat û hişmendîya me hatîye perçe perçekirin, neteweperwerî. Û ya herî girîng, ji ber kû ji bo bidestxistina van mafên bingehîn kêmasîyên me yên di warê hişmendîya neteweyî da heyî, neteweperwerî.
......
Lêkolîner û Nivîskar Serwet Ornek kî ye?
Serwet Ornek; di sala 1966an da li gundê Çêrmê yê Kanîreşa Çewlîgê ji dayîk bûye. Di navbera 1984 û 1988an da li zanîngeha Firatê, di beşa Ziman û Wêjeya Tirkî da perwerda lîsansê kuta kir. Di sala 2014an da li zanîngeha Artukluyê, di beşa Ziman û Çanda Kurdî da mastira xwe kuta kir. Ji 1988an vir va mamostetîya lîseyê dike. Ew bi Aynur Xanimê ra zewicandî ye û bavê Xezalê û Rûmet e û li Amedê dijî.
Berhemdarî:
* Ceribandinek li ser hevoksaziya Kurmancî (Lêkolîn), Weşanên J&J, 2016 – Amed
* Netewe û Neteweperwerî (Lêkolîn), Weşanên J&J, 2021 – Amed