Yakup Meşe
Yakup Meşe, di sala 1971ê de, li gundê Qozilciyê, ku li ser Ercîşa Wanê ye tê dinyayê. Dibistana seretayî li gund dixwîne. Ji ber rewşa malbatê nikare xwendina xwe dewam bike. Ji bo ku debara malbata xwe bike karên wekî berxvanî û şivaniyê dike, şûn de diçe xerîbiyê karan dike. Li metropolên Tirkiyê karên avakariyê dike û şûn de li Manîsayê bi cî dibe û li wir dizewice. Di sala 2012an de dest bi nivîsê dike. Romanên wî bi şêwazê dengbêjî, destanên dîrokî lê dike.
Berhemdarî:
* Gulîzer, Roman, Weşanên J&J, 2014 - Amed
* Özgürlük, Roman, Weşanên J&J, 2014 - Amed
* Laşê Bêserî, Roman, Weşanên J&J, 2015 - Amed
* Xezala Mendol Axa, Romançe, Weşanên J&J, 2016 - Amed
* Perîşan û Xelîl Beg & Sindiyanê Talo, Romançe, Weşanên J&J, 2016 - Amed
* Destana Çemê Çetelê - I | Îbo Begê Parsînî , Roman, Weşanên J&J, 2016 – Amed
* Eliyê Etmanekî û Filîtê Quto, Weşanên Ava, 2018 - Mêrdîn
* Destana Çemê Çetelê - II | Mala Seydo, Roman, Weşanên J&J, 2019 - Amed
* Çemê Çetelê Destanı - II | Mala Seydo, Roman-Tirkî, Weşanên J&J, 2019 - Amed
* Acı Bahar, Roman-Tirkî, Weşanên J&J, 2019 - Amed
* Çemê Çetelê Destanı, Weşanên Lîl, 2026 – Mersîn
* Destana Çemê Çetelê, Weşanên J&J, 2026 – Amed