Gulan Zozan
Gulan Zozan li gundekî Xana Axparê ya Çinarê ya Amedê hatiye dinê. Li Amedê dijî û yek ji damezrîner û rêvebira Komeleya Wêjekarên Kurd. Zozan, ji zarokatiya xwe de dibe evîndareke pênûsê û hîna di temenciwanîya xwe de jî dest bi nivîsandina çîrok û helbestên bi zimanê dayika xwe dike. Piştî ku hestên xwe bi rêka nivîsandinê tomar dike, êdî çîrok û helbestên wê di gelek malper û kovaran de bi tevî gulbijêrkan ve têne weşandin. Nivîskar, kar û xebatên xwe yên wêjeyî li Amedê didomîne.
Berhemdarî:
• Ajero (Helbest) J&J, 2019 – Amed
Çapa 2mîn - J&J, 2019 – Amed
Çapa 3mîn - J&J, 2025 – Amed
• Xunava Awiran (Helbest) - J&J, 2020 – Amed
Çapa 2mîn - J&J, 2025 – Amed
• Kevala Şevê (Çîrok) - J&J, 2025 – Amed
• Zernîşan | Çîrokeke li pey şopa xwe (Roman) - J&J, 2025 – Amed