Ahmet Anaç

Ahmet Anaç, di 07. 12. 1966an de li Batman’ê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî, navîn û amadehiyê li Batmanê kuta kiriye. Paşê jî li Zankoya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê xwendiye. Xwendina pisporiyê li Zankoya Tibê ya Cerahpaşayê ya Zanîngeha Stembolê kiriye. Niha li nexweşxaneyeke taybet, wek bijîşkê pispor dixebite. Di 1983yan de di pêşbaziya helbestan a ku Batman Çağdaş Gazetesiyê li dar xistibû de bû yekemîn, di pêşbaziya kompozîsyonê ya sala 1984’an de bû duyemîn. Di encama pêşbaziya çîrokan a ku di sala 2018an de altKitapê li dar xistibû de çîroka wî ya bi navê “Sekerat”ê di guldesteyê de cih girt. Gelek gotarên zanistî nivîsîne. Ev deh sal in bala xwe daye ser edebiyatê û metnên edebî dinivîse.

Berhemdarî:

* Mesela (Novella-Tirkî), Weşanên J&J, 2018 – Amed

* Medesa (Novella), Weşanên J&J, 2019 – Amed

* Hikâyenin Estetik Birliği | Romanda Üslûp ve Söylem (Lêkolîn | Tirkî), J&J, 2024 – Amed

* Hevgirtina Estetîk a Çîrokê | Di Romanê De Şêwaz Û Vegotin (Lêkolîn), J&J, 2024 – Amed

* Bayê Kûr – 1 | Havîn (Roman), J&J Yayınları, 2024 – Amed

* Bayê Kûr – 2 | Veger (Roman), J&J Yayınları, 2024 – Amed

* Bayê Kûr – 3 | Bager (Roman), J&J Yayınları, 2024 – Amed

* Aşk İnsanı Eşitler mi – 1 | Herkes Öldürebilir Sevdiğini (Roman), J&J, 2024 – Amed

* Aşk İnsanı Eşitler mi – 2 | Umuda Yolculuk (Roman), J&J, 2024 – Amed

* Aşk İnsanı Eşitler mi – 3 | Sur’un Ateşinde Donmak (Roman), J&J, 2024 – Amed

Ahmet Anaç kitapları